Qamişlo.. Li dadgehê welatiyekî agir berda canê xwe

Serokatiya Encûmena Dadmendiyê li Qamişlo di konferaseke rojnamegerî de sedemên ku welatiyekî Kurd agir bi laşê xwe xist diyar dike û dibêje, ti sedemên giran tune ne ku wî agir bixwe xistiye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Encûmena Dadmendiyê li Qamişlo di konferaseke rojnamegerî de sedemên ku welatiyekî Kurd agir bi laşê xwe xist diyar dike û dibêje, ti sedemên giran tune ne ku wî agir bixwe xistiye.

Hevseroka Encûmena Dadmendiyê li Qamişlo Aynûr Paşa da zanîn ku, welatiyê bi navê Ebdulhemîd Salih dozeke wî li dadgeha bajarê Serê Kaniyê heye, ji ber ev doz nêzî 5 mehan dereng bûye, bêrêzî li endam û serokatiya Şaredariya Serê Kaniyê kiriye, herwiha ji ber doza wî ne yasayî ye li dadgeha Qamişlo jî doza wî birêve neçûye.

Herwiha Aynûr Paşa got: “Ebdulhemîd Salih hate dadgehê û gotinên ne baş dike, piştre tiştekî bi ser xwe de dike, ji endamên asayişê ne, ku avê li xwe dike, lê wî agir bi xwe xist û endamên asayişê ew bo nexweşxaneyê veguhastin.”  

Aynûr Paşa amaje bi rewşa wî ya tenduristî kir û got, ti rewşa wî niha baş e û ti metirsî li ser jiyana wî tune ye.

Herwiha Aynûr Paşa diyar kir, wan û Dozgeriya Giştî lêkolînek di vê derbarê de vekirine, da bizanin bo çi vî kesî agir bi xwe xistiye.

Duh kurtevîdyoyek li ser tûra pêwendiyên civakî hate belavkirin, ku kesekî agir bi xwe xistiye û li nexweşxaneyê çareseriya tenduristî bo wî tê kirin, dadgehên Serê Kaniyê û Qamişlo bi gendeliyê tuhmetbar dike û dibêje, ku ew xistine zîndanê û bêyî agahdariya wî doza wî girtine.