Rapora Ajansa Enerjîyê: Veberhênanên petrolê dadikeve

Rapora Ajansa Enerjîyê ya Navneteweyî ya 2016 a li ser enerjiya cîhanê li Stenbolê bi beşdariya karsaz û pisporan hat eşkerekirin. Di raporê de tê gotin beramberî zêdebûna hilberîna petrolê di nav 3 salên dawî de veberhênanên petrolê dadikeve.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Rapora Ajansa Enerjîyê ya Navneteweyî ya 2016 a li ser enerjiya cîhanê li Stenbolê bi beşdariya karsaz û pisporan hat eşkerekirin. Di raporê de tê gotin beramberî zêdebûna hilberîna petrolê di nav 3 salên dawî de veberhênanên petrolê dadikeve.

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî Dr. Fatîh Bîrol amaje kir ji meha borî heta niha li giştiyê cîhanê di warê hilberîna neftê de rêjeya hilberîna neftê ya Rojhilata Navîn gihîştiyê %35 û ev di nav 40 salên dawî de rêjeya herî zêde ye. Bîrol bal kişand ser veberhênanên petrolê ku ev 3 sal e dadikeve.

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî Dr. Fatîh Bîrol got: “Di sala 2015'an û 2016'an de veberhênanên neftê dadikeve û li gor texmîna me sala pêş me jî wê dakeve. Daketineke wiha 3 sal ser hev de di dîrokê de nehatiye dîtin. Eger rewş wiha dewam bike veberhênan neyê kirin, piştî salek du saleke din wê krîzeke mezin rû bide. Ji bo 25 salên pêş me nêrîna me ew e ku dewsa neftê wê enerjiya venûker zêdetir bikeve rewacê û were bikaranîn.”

Di raporê de behsa girîngiya enerjiya venûker jî tê kirin û li gor vê, di sala borî de li giştiyê cîhanê ji zêdetîrî %50 santralên nû yên ceyranê ji enerjiya venûker hatine avakirin.

Serkonsolosê Îsraîlê yê Stenbolê Shaî Cohen ji K24ê re axivî û got: “Girîngiya enerjiya venûker û gaza sirûştî her ku diçe zêdetir tesîra xwe nîşan dide. Niha gaza sirûştî bo Rojhilata Navîn meseleyeke hevbeş e. Niha em wek Îsraîl digel Tirkiye, Misir û Qibrisê zêdetir li ser gaza siruştî diaxivin. Ji bo bikaranîna rezervên gazê em bo çareseriya baştirîn hewl didin. Berdewamiya projeyên li ser enerjiyê ji bo berjewendiyên her du aliyan gelek muhîm e.”

Li gor raporê, ji sala 1950 vir de hejmara projeyên petrolê herî zêde di nav du salên dawî de daketiye tevî vê yekê rojane 1 mîlyon varîl petrol tê bikaranîn. Eger rêjeya bikaranînê bi vî awayî berdewam be di piyasayên petrolê yên cîhanê de wê pirsgirêkên mezin rû bidin.