Hevseroka Şaredariya bajarê Agiriyê hat binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Şaredariya bajarê Agirî ya bi ser Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve Muqedes Kubîlay hat binçavkirin.
Hevşaredara Agirî Muqedes Kubîlay îro li navçeya Torbalî ya Îzmîrê hat binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Agirî derheqê Kubîlay de hê berê biryara binçavkirinê dabû.
Piştî biryara binçavkirinê Kubîlay xwe radestî hêzên ewlekarî nekiribû û neçûbû dadgehê.
Kubîlay hê berê li Îzmîrê hevserokiya şaxa bajêr ya HDPê û şaredartiya naveşa Bazîd ya Agirî kiribû.