Hevserokê DBP yê şaxa Qersê hate girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Şaxa Qersê Onder Fîdanboy hate girtin.
Berî niha polîsan li bajarê Qersê dijî DBP û HDPê operasyon pêk anîbûn û 19 kesan binçav kiribûn. Heta niha 8 kes piştî dadgehkirinê hatibûn girtin.
Lêpirsîna 4 kesên dî jî îro bidawî hat û Hevserokê DBPê ya Şaxa Qersê Onder Fîdanboy û kesekî dî jî bidawî bû û piştî dadgehkirinê bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin û 2 kesên din jî hatin berdan.
Bi vî awayî hejmara girtiyan gihişt 10an.