DAIŞ 250 malbatî ji Mûsilê derdixe

DAIŞ 250 malbatî ji taxên rojhilatê Mûsilê derdixe û hejmarek ji wan malbatan gihêştin taxên rizgarkirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ 250 malbatî ji taxên rojhilatê Mûsilê derdixe û hejmarek ji wan malbatan gihêştin taxên rizgarkirî.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê li Mûsilê, DAIŞê belgeyên fermî yên 250 malbatî ji rojhilatê Mûsilê standiye û gef li wan xwariye, ku divê ji malên xwe derkevin.

Peymanêrê K24ê ragihand jî, beşek ji wan malbatan gihêştine taxên Zihûr û Era, dezgehên ewlehiyê jî bi wan malbatan re dest bi lêkolîn kiriye.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê dest pê kir, li gor fermandarên hêzên Iraqî heta niha zêdetir ji 40 taxî ji destê DAIŞê rizgarkirine û operasyon bo kontrolkirina navenda Mûsilê berdewam e.