Amerîka welatiyên xwe yên Tirkiyê hişyar dike

Amerîka hişyarnameyek ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyê dijîn belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka hişyarnameyek ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyê dijîn belav kir.

Balyozxaneya Amerîka ya li Tirkiyê ragihand ku, komên tundrew hewl didin êrîşî şûn û warên ku welatiyên Amerîkî serdana wan dikin û lê dijîn, bikin.

Di hişyarnameyê de hatiye, di çarçoveya pîrozbahiyên sersalê de divê welatiyên Amerîkî vê dazanînê berçavan bigirin û serdana cihên qelebalix nekin.

Herwiha divê welatiyên Amerîkî xwe ji şûn û warên ku geştiyar zêde serdanê dikin, dûr bixin.