Di demsala Zivistanê de rewşa kampa Holê aloz e

Rewşa penaberên kampa Holê di demsala Zivistanê de rojbiroj aloz dibe û kêmasî di peydakirina sotemeniyê de heye, hejmara penaberan ber bi zêdebûnê ve diçe û metirsiya derketina nexweşiyê di nava zarokan de heye.
author_image Ekrem Salih
kurdistan24.net

 

K24 – Heseke

Rewşa penaberên kampa Holê di demsala Zivistanê de rojbiroj aloz dibe û kêmasî di peydakirina sotemeniyê de heye, hejmara penaberan ber bi zêdebûnê ve diçe û metirsiya derketina nexweşiyê di nava zarokan de heye.

Diya Mihemed jinek ji bajarê Mûsilê ye û niha ew û malbata xwe li kampa holê bicih dibin, ji ber rewşa wê ya aloz nikare biaxive, keça wê dibêje, ku dayîka wê hewcedarî alîkariyê ye û perê wan tune ne da wê bibin nexweşxaneyekê derevî kampê.

Ev malbat çîroka hatina xwe ji Mûsilê bo K24ê anî ziman ku, gelek pere dan qaçaxçiyan ta gihiştin rêbenda Recim Silêbî ya li ser sînorê Sûriyê û Iraqê û di nava sermê û birçîbûnê de çar rojan man, berî derbasî kampê bibin.

Ev malbat mîna hezarên panaberan ligel zehmetiya demsala Zivistanê û kêmasiya pêdiviyên xwarinê û sotemeniya dijîn. Netewên Yekgirtî alîkariyan pêşkêş dike, lê penaber dibêjin kêmasî hene û ne li gorî asta pêwîst e.