Bedredîn: Mafê Çarenivîsî yê Kurd hate qebûlkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li welatê Tunisê Peymangeha Erebî ji bo demokrasiyê panêlek li jêr navê “Her çar netew, derbarê projeya demokrasî û gefa terorê” lidarxist. Kesên beşdar di wê panêlê de, kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî ji neteweyên Kurd, Ereb, Tirk û Îranê bûn. Herweha kesên lêkolîner, rewşenbîr, û çalakvanên siyasî jî amadeyî wê panêlê bûn. Ew panel ji bo heyama du rojan berdewam kir, ku tê de pirsa demokrasiyê û gefa terorê ji nerînek Kurdî, Îranî, Turkî û Erebî hate gotûbêjkirin.
Siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn ku di wê panelê de beşdar bûbû ji K24ê re ragihand ku, giraniyeke wê panelê ya stratîjk heye, ku çara yekem e Kurd wek miletekî hate naskirin wek hersê miletên din yên li Rojhilata Navîn.
Bedredîn diyar kir, kesên amadekariya vê panelê kirine, biryar dan ku ev panel berdewam bibe. Herwiha komîteke dûvçûnê ji wê panelê hate avakirin, ku nûnerên her çar gelên li Rojhilata Navîn in tê de hene û salane dê li welatekî vê panelê lidar bixin.
Bedredîn da zanîn ku, sala bê dê panel dê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bê lidarxistin, tê çarverêkirin jî ku beşdarên panelê ji siyasetmedar û rewşenbîrên herçar gelan dê zêdetir bibin.
Bedredîn got: “Di panelê de me got ku gefa terorê li rojhilata navîn zêde ye, lê Kurd hîna ne wek welatekî serbixwe ye, loma divê Kurd çarenivîsa xwe bidin, ev yek jî di panelê de hate qebûlkirin.”
Bedredîn amaje bi hatina hejmareke mezin ji koçberên Ereb û netewên din bo Herêma Kurdistanê kir, ku Herêma Kurdistanê bi vê yekê bûye nimûneyeke şaristaniyê û got: “Serkirdayetî û gelê Kurd li Herêma Kurdistanê pêşwaziya bêhtir ji milyon û nîvekî ji koçberên Ereb û Tirkmen û Xiristiyanî kiriye, loma divê ev miletên din jî nirxa vê yekê zanibin.”