Parlementerê HDP'ê bi zorê bo dadgehê tê veguhastin

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê derbarê Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Ziya Pîr de biryar da, bi zorê bo dadgehê bê veguhestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê derbarê Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Ziya Pîr de biryar da, bi zorê bo dadgehê bê veguhestin.

Serdozgeriyê di biryara xwe de ragihand ku ji ber ku Ziya Pîr, heqaret li karmendekî kiriyê û di çarçoveya lêpirsîna ku li ser wî hatibû vekirin de îfade nedaya biryara bi zorê veguhestina dadgehê da.

Parlementerê HDP'ê Ziya Pîr, di 4'ê Mijdara 2016'an de li gel Hevserokên HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadweriya Cezayê Silhê ve bi mercê ku dernekeve ji derveyê welêt serbest berda bû.