Li Bexdayê rojnamevanek hate revandin

Rojnamevan û çalakvanên Iraqî îro ragihandin, rojnamevaneke Iraqî bi navê Efrah Şewqî ji mala xwe li Bexdayê ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî hate revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevan û çalakvanên Iraqî îro ragihandin, rojnamevaneke Iraqî bi navê Efrah Şewqî ji mala xwe li Bexdayê ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî hate revandin.

Li gor zanyariyan, ku wê rojnamevanê gotarek li ser rûpele xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kiriye û rexne li diyardeya hilgirtina çek, mîlîşyatan û êrîşkirina li ser dibistanekê li bajarê Nasiriye girtiye, piştre bi çend demjimêran ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî hate revandin.

Efrah Şewqî wek peyamnêr û nivîskar bi çend kenalên Iraqî û Erebî wek (Şerq El-Ewset a Londonî) û çend kenal û dezgehên din yên navxweyî kar kiriye.

Di vê derbarê de rojnamevan Osam Şelal ji K24ê re ragihand, ew keça rojnamevan duh derange şevê ji mala xwe li taxa Seydiye ya Bexdayê hatiye revandin û heta biha ne diyar e destê kê di revandina Efrah Şewqî de heye, yan bo çi sedemê hatiye revandin.