Kusret Resûl Elî: Dewleta Kurdî bo min ne xewn e

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî ragihand “Dewleta Kurdî bo min ne xewn e û Kurdistaneke rasteqîne dibînim, dewletek ku mafê hemû kemînan tê de parastî dibe û wek welatên Ewropayê, ne wek welatên Ereban.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî ragihand “Dewleta Kurdî bo min ne xewn e û Kurdistaneke rasteqîne dibînim, dewletek ku mafê hemû kemînan tê de parastî dibe û wek welatên Ewropayê, ne wek welatên Ereban.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî di hevdîtinekê de ligel rojnameya “Corriere Della Sera” ya Îtalî de ku Kusert Elî bi navê “Şêrê Kurdistan” binav kiriye, derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê û navçeyê de bersivên wê rojnameyê bersivandin.

Di wê hevdîtinê de Kusret Elî amaje bi pêşveçûnên mezin yên Herêma Kurdistanê û Kurd bidest xistine, kirin û got: “Berê kesî nizanî em kî ne, lê niha hemû cîhan me nas dike û bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ketiye nexşeyê cîhanê.”

Kusret Elî amaje bi qonaxa dijwar kir, ku gelê Kurd tê re derbas bûye û ji rojnameya Îtalî re gotiye: “Kurdistan, ji bilî ku nikare bi vî awayî niha berdewam be, ji ber ku navçe li ser dariştina piştî rêkeftina Lozanê ya sala 1923an de birêve diçe. Em jî dixwazin rêkeftineke din çê bibe, da ku mafê xwe tê de bidest bixin.”

Di dirêjehiya guftûgoya xwe de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî rexne li siyaseta Tirkiyê û Erdogan girt û got: “Abûriya Tirkiyê di rewşeke xirab de ye û Erdogan jî bo desthilata xwe jidest nede, hewla guhartina destûrê dide.”

Kusret Elî da zanîn, Erdogan li DAIŞ û PKKê bi yek çavî dinêre, ev jî ne rast e. Tevî wê yekê jî, ez ne bi şerê çekdarî yê PKKê re me jî.”  

Herwiha derbarê desteserkirina Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş û parlementarên din yên HDPê de jî, Kusret Elî rexne li Tirkiyê girtin.

Li ser pirseke din ya rojnameyê derbarê hevrûkirina di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, Kusret Elî got: “Ew hevrûkirin ne di cihê xwe de ye, ji ber ku Erdogan dixwaze heta sala 2029an di desthilatê de bimîne, lê Putin ne wiha ye, demeke kêmtir di desthilatê de dimîne.”

Ew hevdîtina rojnamevanî ya bi Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî re di 13 Berçele de bû û bi mebesta wergirtina xelata “Pekaso ya Zêrîn” serdana Îtalyayê kiribû.

Xelata Pekaso ya Zêrîn xelateke salane ya rêxistina “Korbenda Mandela” di nava Festîvala herêma Tuksana ya Îtalî de bo kesên parastvan û piştevaniya mafê mirovan dikin tê bexşandin, îsal jî ew xelat bo Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî hate bexşandin.