Hunermendê penabere stranekê bo Pêşmerge belav dike

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Lewend Bekir ji ber şerê li Sûriyê 5 sal e li Tirkiyê dijî. Hunermendê penaber li xeribiyê jî dev ji karê xwe hunerî berneda û gelek stran amade kirine. Yek ji strana wî ku di demên pêş de dê bê belavkirin li ser Pêşmergeyan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Lewend Bekir ji ber şerê li Sûriyê 5 sal e li Tirkiyê dijî. Hunermendê penaber li xeribiyê jî dev ji karê xwe hunerî berneda û gelek stran amade kirine. Yek ji strana wî ku di demên pêş de dê bê belavkirin li ser Pêşmergeyan e.

Lewend Bekir xelkê Rojavayê Kurdistanê ye li ser êşa miletê xwe distre. Ew bixwe jî penaber e û bi stranên xwe yên li ser penaberan jî bang li cihanê dike û bi vî awayî balê dikêşîne ser karesata penaberan.

Hunermend Lewend Bekir derbarê hunera xwe de ji K24ê re axivî û got: “Ez dengê êşa gelê xwe me ku bûne penaber. Jixwe ez jî hunermendekî penaber im. Di nav xeribiyê de em xeribiyê dikêşînin, di nav penaberiyê de em penaberiyê dikêşînin. Xebata min a bi navê Vegere Bihar jî hatiye belavkirin. Çima ev nav? Ji ber ku bihara Kurdan belav bûye; Kurdên me çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava û Rojhilat hemû li derekî belav bûne.”

Bekir, di sala 2002'an de li akademiya Helebê dest bi mûzikê kiriye. 3 sal di vê akademiyê de xwendiye li gorî gotina wî ji ber ku Kurd bû jê re nasname nedane.

Bekir dibêje: “16 sal berê niha, ez ketibûm Akademiya Heleban a ku di destê Ereban de bû. Heta 3 sal min di vir de berdewam kir lê ji ber ku ez Kurd bûm, ji min re nasname nedan. Bi rastî jî gelek Kurdên jîrek jî hebûn. Ez jî dest jê berdam û min koma xwe ava kir û bi vî awayî heta îro em hatin.”

Hunermendê penaber di xebata xwe ya dawî de li ser pêşmergeyan straneke amade kiriye û di demek nêzîk de jî wê belav bike.

Bekir berdewam dike: “Di albuma min de 8 stran hene, strana pêşmergeyan niha di qeydê de ye. Pir di demek nêz de jî ev strana li ser pêşmergeyan li Kurdistanê jî di nav pêşmergeyan de wê belav bibe.”

Bekirê ku 5 sal in ji welatê xwe dûr ketiye û li xeribiyê dijî, wek hunermendekî banga yekitiya Kurdan dike û dixwaze di demek nêzîk de hemû Kurdên penaber vegerin welatê xwe di nav aştiyane de bijîn.