Hesen Elewî: Herdem ragihandina serxwebûna Kurdistanê guncaw e

Serxwebûna Kurdistanê li her cih û şûnekê bûye cihê pirs û guftogoyê, ji ber vê jî her dem şîrvekarên siyasî vê mijarê di nav hev de şirove dikin. hizrmendê siyasî Yê Iraqî Hesen Elewyî civîneke taybet li Hewlêrê ji bo ragihandina dewleta Kurdî li Başûrê Kurdistanê û mafê çarenivîsî lidar xist û pirsgrêk û astengiyên li hember ragihandina serxwebûna Kurdistanê şîrove kir û mijarên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî anî ziman.
kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Serxwebûna Kurdistanê li her cih û şûnekê bûye cihê pirs û guftogoyê,  ji ber vê jî her dem şîrvekarên siyasî vê mijarê di nav hev de şirove dikin. hizrmendê siyasî yê Iraqî Hesen Elewyî civîneke taybet li Hewlêrê ji bo ragihandina dewleta Kurdî li Başûrê Kurdistanê û mafê çarenivîsî lidar xist û  pirsgrêk û astengiyên li hember ragihandina serxwebûna Kurdistanê şîrove kir û mijarên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî anî ziman.

Li ser vê pirsê Hesen Elewyî ji K24ê re axivî û got: “Ev 25 sal in Kurd desthilatin û rêvebertiya xwe gav bi gav birêve dibin. Û gelê Kurd li Herêma Kurdistanê gelek ji desthilat û rêvebertiya xwe hez dike, ne wek li cem Ereban, ku li Bexdayê li dijî rêvebertiyê derdikeve.”

Elewî got jî: “Herdem ragihandina serxwebûna Kurdistanê guncaw e. Pêwîst e Kurd li ser bizava serxwebûnê bimînin, da ku Netewên Yekgirtî nave dewleta Kurdî bi awayekî yasayî were ragihandin.” 

Di nav civînê de kesayetên siyasî û perlmantar jî hebûn û nerînên cuda li ser serxwebûna Kurdistanê anîn ziman. Hin kesên beşdar jî dibêjin pêwist e pirojeya ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye destnîşankirin berdewam be.