DAIŞ hat û çû, lê koçber nebûn

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di pêngava Hêrsa Feratê de bajarokê Cirniyê ji çekdarên DAIŞê Kontrol kir, lê Xelkên vî bajarokî yê rojavayê Reqayê, her li cih û warên xwe man û koçber nebûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Rojavayê Reqa  

Hêzên Sûriyeya Demokrat di pêngava Hêrsa Feratê de bajarokê Cirniyê ji çekdarên DAIŞê Kontrol kir, lê Xelkên vî bajarokî yê rojavayê Reqayê, her li cih û warên xwe man û koçber nebûn.

Bajarokê Cirniyê yê ku bi 100 k.m li rojavayê Reqayê dikeve û nêzî 2 hezar û 500 kesî lê neştecî dibe, ji destpêka sala 2014ê ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat dagirkirin û weke navendeke leşkerî û ewlehiyê ya giring ji DAIŞê re hat nasîn.