Li Diyarbekirê 6 rêveberên HDP û DBP’ê hatin girtin

Ji 10 rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên ji duh ve li Dadgeha Diyarbekirê tên darizandin, 6 kes jê hatin girtin û darizandina 4 kesên din dewam dike. Di nav kesên hatine girtin de Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Aysel Tugluk û Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Cebar Leygara û Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Seydî Firat jî hene.

K24 – Diyarbekir

Di operasyonên li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de binçavkirin û girtinên endam û rêveberan dewam dikin. Di 26’ê Berçele 2016’an de Aysel Tugluk jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin.

Piştî darizandina binçavkiriyan a li Dadgeha Diyarbekirê, Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Aysel Tugluk, Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Cebar Leygara, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Seydî Firat, Endamên KCD’ê Edîp Yaşar,Cafer Kan û Abdulbakî Karadenîz hatin girtin.