Li Qersê du rêveberên DBPê hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Qersê, bi tometa endamtiya KCK, du rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin girtin.
Seroka berê yê Şaxa Qersê Şengul Mihemedoglu û Serokê Şaxa Dîgorê ya DBPê Erol Bulut, bi tometa alîkariya PKK, li Qersê hatin girtin.
Birêveberiya Ewlekariya Qersê û yên navçeya Dîgorê, beriya çend rojan hember endamên HDP û BDPê bi tometa endamtiya PKKê operasyon lidarxistibûn û 4 kes girtibûn binçavan.
Hat ragehandin, îfadeya Şengul Mihemedoglu û Erol Bulut temam bûne û ew derketin pêşberî dadgehê û derbarê herduyan de jî biryara girtinê hat dayîn.
Lêpirsîna 2 kesan di Birêveberiya Ewlekariyê de berdewam dike.