5 berpirsên PKKê hatin binçavkirin

Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê radigihîne, polîsên dijî terorê 5 berpirsên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) binçav kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê radigihîne, polîsên dijî terorê 5 berpirsên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) binçav kirine.

Li gor nûçeya Ajansa "AA" Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, di operasyonên li dijî PKKê de 5 berpirsên PKKê hatine binçavkirin. Ji wan 3 kes li bajarê Diyarbekirê her du kesên dî jî li bajarê Riha û Antalyayê hatine binçavkirin.

Li gor dazanîna Wezaretê ji wan kesekî berpirsê KCKê ya bajarê Diyarbekirê ye kesekî di jî berpirsê dezgehekî medyayê ya PKKê ye.

Heta niha li ser vê mijarê ji aliyê PKKê ve ti daxûyanî nehatiye belav kirin.