2016 sala serkeftina leşkerî û dîplomasî ya Herêma Kurdistanê bû

Di nava guhartin û bûyerên cihanê yên sala 2016an de bi taybetî rûbirûbûna şerê DAIŞê, aloziyên Rojhilata Navîn û êrîşên teroristî li cîhanê û Herêma Kurdistanê, bandoreke girîng li nexşeya siyasî û dîplomasî ya navçê û cîhanê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekî diyar yê navçê di çendîn konferans û civînên taybet bi pirsa çarenivîsa cîhanê de beşdar bû û ji aliyê serok û rêberên cîhanê ve hate pêşwazîkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di nava guhartin û bûyerên cihanê yên sala 2016an de bi taybetî rûbirûbûna şerê DAIŞê, aloziyên Rojhilata Navîn û êrîşên teroristî li cîhanê û Herêma Kurdistanê, bandoreke girîng li nexşeya siyasî û dîplomasî ya navçê û cîhanê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekî diyar yê navçê di çendîn konferans û civînên taybet bi pirsa çarenivîsa cîhanê de beşdar bû û ji aliyê serok û rêberên cîhanê ve hate pêşwazîkirin.

Roja 11 Subata 2016an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca beşdarbûna di konferansa Navdewletî ya Asayişê li Munchenê, serdana welatê Almanyayê kir û zincîreyek ji hevdîtin û civîn ligel çendîn serokên û berpirsên pilebilind yê welatên cîhanê kirin.

Roja 23 Tebaxa 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokatiya şandekê û li ser vexwandineke fermî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan serdana Tirkiyê kir û ligel Erdogan, Serokwezîr Binalî Yildirim û Serokê Parlementoyê û hejmarek ji berpirsên wî welatî civiya.

Roja 8 û9 Îlona 2016an, di çarçoveya serdanekê ji Fransayê re Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li koşka Elysee û bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Fransayê François Holand ve hate pêşwazîkirin.

Roja 29 Îlona 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokatiya şandeke siyasî ya pilebilind ya Herêma Kurdistanê ku ji nûnerên piraniya pêkhateyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pêk hatibû serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîr, Serokomar û berpirsên pilebilind  Herêma Kurdistanê ku ji nûnerên piraniya pêkhateyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pêk hatibû serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîr, Serokomar û berpirsên pilebilind yên Iraqê civiya û guftûgo taybet derbarê destpêkirina operasyona Mûsil û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêşhatên pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de kirin.

Roja 25 Mijdara 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwandina cihnişinê Îmarata Erebî serdana wî welatî kir û ligel cihnişîn û berpirsên pilebilind yên wî welatî civiya.

Herwiha di sala 2016an de çendîn şand û berpirsên pilebilind yên cîhanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan, ku zêdetir ji 121 şande bûn.

Di meha Berçele ya 2016an de 9 şandên navdewletî serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan.

Ji diyartirîn serdanan, serdana şandeke pilebilind ya Hikûmeta Holanda bû, ku ji Cîgirê Serokwezîr Ludvik Asher û Wezîra Bergîriyê Jeanine Hennis-Plasschaert û General Tom Maiden Drup pêk hatibû. Her di heman mehê de Cîgirê Serokê Parlementoya Ewropayê Richard Charnetsky serdana Hewlêrê kir.

Di meha Sibata 2016an de, 6 şandên pilebilind yên cîhanî serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan.

Roja 25 Sibata 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Navendî ya hêzên Amerîka General Lloyd Osten û şanda pê re kir.

Meha Adara 2016an, 12 şandên dîplomasî û leşkerî û li ser astê cîhanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serok Barzanî civiyan.

Meha Nisana 2016an, 19 şandên pilebilind yên li ser astê cîhanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan.

Ji wan roja 12 Nîsana 2016an Serok Barzanî pêşwaziya Bergîriyê yê Fransayê Jean Yves Lordian û şanda pê re kir. Herwiha roja 28 Nîsanê li Hewlêrê Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û şanda pê re kir.

Meha Gulana 2016an, 13 şandên cîhanî serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê dawî pêşhatên herêmê û cîhanê civiyan.

Meha Hizêranê, 9 şandên pilebilind li ser astê cîhanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û naveroka piraniya civînên bi Serokê Herêma Kurdistanê re li ser hevkariyên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê bûn.

Ji nava wan şandan, serdana Serokwezîrê berê û berbijêrê bihêz yê serokatiya Fransayê Francois Fillon û şanda pê re bû.

Meha Tîrmehê 9 şandên pilebilind yên cîhanê serdana Hewlêrê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî civiyan. Ji wan roja 12 Tîrmehê serdana Wezîrê Bergîriyê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan û Şanda pê re bû.

Meha Tebaxa 2016an 7 şandan serdana Herêma Kurdistanê kirin. Diyartirîn serdan roja 17 Tebaxê Barzanî pêşwaziya sandeke pilebilind ya Encûmena Pîran ya Amerîka kir. Herwiha roja 31 Tebaxê Cîgirê Serokê Amerîka joe Biden bi riya pewendiyeke telefonî pîrozbahiya serkeftina hêzên Pêşmerge li Serok Barzanî kir.

Meha Îlona 2016an bi nêzîkbûna destpêkirina operasyona Mûsilê re 10 şandên cîhanî ku piraniya wan di warê leşkerî û mirovî de bûn, serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serok Barzanî civiyan.

22 Îlona 2016an, Barzanî pêşwazî Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Michael Fallon û şanda pê re kir. 23 Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergîriyê yê Almanyayê Ursula von der Leyen û şanda pê re kir. Herwiha di heman rojê de jî Serok Barzanî ligel Fermandarê Fermandariya Navendî ya hêzên Amerîkayê Joseph Votel û şanda pê re kir.

Meha Cotmeha 2016an 13 şandên welatên cîhanê serdana Serok Barzanî kirin. 23 Cotmehê Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Carter û şanda pê re kir. Herwiha 25 Cotmehê Seok Barzanî pêşwazî Seokwezîrê Swêdê Stefan Loven û şanda pê re kir.

Meha Mijdarê 7 şandên welatên cîhanê, herêmê û Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê dawî pêşhatinên şerê DAIŞê û pêveçûnên Pêşmerge li eniyên şer de civiyan.

5 Mijdarê Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şandeke leşkerî ya artêşa Iraqê kir û derbarê pêşhatinên operasyona rizgarkirina Mûsilê de civiyan. 22 Mijdarê Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran ya Fransayê kir.

Meha Berçeleya 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya 7 şandên biyanî kir.

Roja 2 Berçele Cîgirê serokê nûhilbijartî yê Amerîka Mike Pence pêwendiyeke telefonî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir û tekezî li piştgîriya Amerîka ji Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha roja 11 Berçele Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Carter û şandeke pê re kir.

Pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîhanê ve, wek serokekî rêzlêgirtî yê navçê û serdana wan şandên pilebilind ji Hewlêrê re, nîşana serkeftina dîplomasiya Kurd û cihê bihêz yê Herêma Kurdistanê ye, tevî krîza darayî û ya siyasî ya Herêma Kurdistanê bû, lê 2016an sala destkeftinên leşkerî, siyasî û dîplomasî ya Herêma Kurdistanê bi seroka Barzanî bû.