François Holand gihêşt Bexdayê

Serokê Fransayê François Holand gihêşt Bexdayê û piştre serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê François Holand gihêşt Bexdayê û piştre serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

Li gor zanyariyan, di vê serdana Serokê Fransa ji Bexda û Hewlêrê re, bi fermandarên leşkerî yên Fransa li Iraqê re dicive, herwiha şerê DAIŞê û pirsa koçber û penaberan bi berpirsên Bexda û Herêma Kurdistanê re gotûbêj dike.

Holand li Bexdayê bi serokêomarê Iraqê re civiya, biryar e di piştre bi Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî re bicive.

Serokê Fransayê, wek duyem serdana wî ji Hewlêrê tê zanîn, ku berê roja 12 Îlona 2014an cara yekem serdana Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya bû.