Li Bexdayê teqîn: 50 qurbanî

Otombîleke bombebarkirî li meydana 55 ya taxa Cemîle ya bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê teqiya, di encamê de zêdtirî 17 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Otombîleke bombebarkirî li meydana 55 ya taxa Cemîle ya bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê teqiya, di encamê de zêdtirî 17 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, otombîleke Bombebarkirî li meydana 55 ya taxa Cemîle ya bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê teqiya, di encamê de zêdtirî 17 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Teqîn di demekê de bû, ku Serokê Fransa François Holand gihêştibû Bexdayê û ligel Serokê Iraqê Fûad Mesûd û Serokwezîr Heyder Ebadî re civiya bû û mijara jinavbirina terorê yek tewerên sereke yên civînan bû.

Tê zanîn di 2 rojên borî de zîncîreyeke êrîşên xwekujî bajarê Bexdayê û derdora wê armanc kirine. DAIŞê jî berpirsayetiya wan teqînan li xwe girtin.