Hunermendekî Kurd êşa wendahiyan distire

Li Diyarbekirê hunermendekî Kurd, êş û azarên wendahiyan wekî êşa xwe dibîne. Serhat Çîçek, di salên 90'î de hem bavê xwe, hem apê xwe hem jî birayê xwe wenda kirine û heta niha tu agahî ji wan negirtine. Hunermendê Kurd, mîrateya ku ji bavê wî yê dengbêj maye, wergirtiye û di rêya wî de dimeşe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê hunermendekî Kurd, êş û azarên wendahiyan wekî êşa xwe dibîne. Serhat Çîçek, di salên 90'î de hem bavê xwe, hem apê xwe hem jî birayê xwe wenda kirine û heta niha tu agahî ji wan negirtine. Hunermendê Kurd, mîrateya ku ji bavê wî yê dengbêj maye, wergirtiye û di rêya wî de dimeşe.

Serhat Çîçek, hîn di zarokatiya xwe de bûye şahedê bûyerên dijwar û bandora wan rojan, şopa xwe li ser jiyana wî hiştiye. Li gorî Çîçek, di sala 1994'an de leşker digirin ser Gundê Tilê yê Liceyê; bavê wî yê 40 salî, apê wî yê 18 salî û birayê wî yê 15 salî binçav dikin û ji wê rojê bi şûn ve ne dizanin ew mirî ne jî dizanin zindî ne. Ji ber vê sedemê; Çîçek, êş û azarên xizmên wendahiyan di nav hinavên xwe de hîs dike û van hîsan bi rêya hunera xwe pêşkêş dike.

Hunermend Serhat Çîçek derbarê êş û azarên xwe de ji K24ê re axivî û got: "Di salên 90'î de me ev êş û elem kişandin. Hem em şahedên wan rojan in, hem em mexdûrên wan rojan in. Ji ber vê yekê ez bêdeng nemam. Me ji ber vê yekê li ser Liceyê stran çêkirin, me li ser dayîkên şemiyê stran çêkirin û dê xebatên me li ser van pirsgirêkan dewam bikin."

Serhat Çîçek, hem lawê Dayîkeke Şemiyê ye, hem lawê bavekî wendahî ye. Piştî ku hunermendê Kurd şahediya wan rojan dike, zêdetir bi çand û hunera Kurdî ve bilî dibe. Serhat Çîçek, ji zarokatiya xwe ve xwestiye di rêya dengbêjiya bavê xwe de biçe. Hunermendê Kurd, 32 salî ye û heta gihîştiye vî temenî, hem ji aliyê aboriyê ve hem jî ji aliyê derûniyê ve rojên giran derbas kirine. Lewra li gorî Çîçek, hunera Kurdî jiyanî ye û wî bi jiyanê ve girêdaye.

Çîçek dibêje: "Meseleya bingehîn, divê hunera Kurdî be. Kî dikare çi bike? Kî bi çi rengî dibe bila bibe, eger ku mesele hunera Kurdî be, divê televîzyonên me, radyoyên me û mirovên me yên welatparêz, li vê hunerê xwedî derkevin."

Hunermendê Kurd, heta niha 6 sîngil û kasetek bi Kurdî derxistine û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 16 Konserên mezin dane. Serhat Çîçek, digel xebatên muzîkê, di çend televîzyonan de jî bernameyên hunerê pêşkêş kirine. Çîçek amaje dike ku; huner karekî piralî ye û niha ew bixwe amadekariyên kaseta nû ya stranên Elewiyan û êşên Dêrsimiyan dike.