Li çiyayê Qerecdaxê demsala kaşûnê dest pê kir
K24 – Riha
Li çiyayê Qerecdaxê ku bi ser Bakurê Kurdistanê ye asta berfê li erdê 40 c.m barî û demsala kaşûnê dest pê kir. Welatiyên ku li pîsta kaşûnê amide bûn li aliyekî li ser berfê xwe kaş kirin û li aliyekî jî menqel çê kirin.
Li Qerecdaxa ku di navbera Riha û Diyarbekirê de dimîne bi barîna berfê re demsala kaşûnê dest pê kir. Bilindahiya Qerecdaxê biqasî 1919 mîtroyî ye û piştî ku stûra berfê gihîşt astekî baş, welatiyan rêya pîsta kaşûnê girtin. Li pîsta ku di sala 2015an de hatiye avakirin xizmeta kaşûnê li gorî barîna berfê di sale de 3-4 mehan tê dayîn.
Karsazê Saziya Kaşûnê Orhan ji K24ê re axivî û got:"Di dawiya heftê de ev der qîm nake û gelek welatî tên. Ev pîst hinek biçûk e û welatiyên ku tên em nikarin wan bicih bikin. Roja şemiyê 500-600, di roja yekşemê de jî car caran hezar kes jî tên vê derê."