Li Bursayê 4 rêveberên HDPê hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bursa yê Tirkiyê hevserokên navçeya Yenîşehîr û Yildirim yên HDPê jî di nav de 4 rêveberên HDPê hatin girtin.
Operasyonên li hember endam û rêveberên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dikin. Endam û rêveberên HDPê ku beriya çend rojan li Bursayê hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.
Dadgeha Nobedar ya Bursayê, derbarê Serokê Şaxa Yenîşehîrê yê HDPê Rehmî D. û Serokê Şaxa Yildirimê, Mihemed K. û nûnerên du taxan de, biryara zîndankirinê da.