Erdogan dozên li dijî HDPê vekirine venakişîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dozên li hemberî rayedar û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vekirine, venakişîne.
Piştî civîna roja 29 Tîrmehê, Erdogan ragihand ku, hemû dozên li dijî ew kesên ku bi tuhmetên sivikî yan bêrêziyê vekirine, vedikişîne. Parêzgerê Erdogan Huseyin Aydin ragihand ku, di yekem pêngav de dozên li hember Serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî vekişandine.
Huseyin Aydin ji rojnameya Hurriyetê re ragihand Erdogan zêdetirî 3 hezaran doz vekirine û dê hemûyan paşve vekişîne, lê tenê dozên li dijî rayedarê û endamên HDPê betal nake.