Ensarîoglu: Barzanî hevalbendê me yê herî girîng e

Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu got; ‘Di roja me de li Rojhilata Navîn, hevalbendê Tirkiyeyê yê herî girîng Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ye.

K24 – Diyarbekir

Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu got; ‘Di roja me de li Rojhilata Navîn, hevalbendê Tirkiyeyê yê herî girîng Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ye.

Ensarîoglû, li Diyarbekirê ji bo K24’ê  ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî hevalbendekî ji dil û hêzdar e. Li gorî Ensarîoglû, di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr, Bexda û Tirkiyeyê de dê piştgiriya aştiya Rojhilata Navîn bike.

Galîp Ensarîoglû yê ku di heman demê de Serokê Şandeya Dostên Tirkiye û Iraqê ye jî, dê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim re serdana Bexda û Hewlêrê bike.