Serdana Binalî Yildirim ya bo Iraqê hate bipaşxistin

Li gorî seçaveyên Serokweziriya Tirkiyê ji ber bi dawî nebûna xebatên şandeya jêr ya ku Tirkiyê şandiye Bexdayê serdana ku wê di 5-6ê Çile de pêk bihata bo 6-7ê Çile hate bipaşxistin.

K24 – Enqere

Li gorî seçaveyên Serokweziriya Tirkiyê ji ber bi dawî nebûna xebatên şandeya jêr ya ku Tirkiyê şandiye Bexdayê serdana ku wê di 5-6ê Çile de pêk bihata bo 6-7ê Çile hate bipaşxistin.

Hate îdiakirin ku serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ku wê di 5-6ê meha Rêbendanê bo Iraqê pêk bianiya hate bipaşxistin. Li gorî serçaveyên Serokwezîriyê beriya ku Serokwezîr serdana welatekî bike, li wî welatî ji aliyê komîsyona jêr ve xebatên derbarê konfîgurasyonê de tên kirin. Piştî van xebatan bo Serokwezîr raporteke derbarê êrêbûn an jî neyînîbûnê de tê radigihandin. Li gorî serçaveyan ew xebata komîsyona jêr ya ku niha li Iraqê ye ji ber kêşeya Başîka û ewlehiyê ve hîna jî bi dawî nebûye û ji ber vê yekê jî ev serdan bo 6-7ê rêbendanê hatiye bipaşxistin.

Li gorî rojnamegerekî ku dê di nava şandeya Serokwezîr de cih bigire ew jî îhtimal heye ku 6-7ê Çile jî ev serdan pêk neyê. Wek sedem jî xelasnebûna xebatên konfîurasyonê dide nîşan. Li gorî serçaveyê ew xebatên li rexê Hewlêrê bi dawî bûne. Komîsyona jêr ji bo serdana Yildirim ya bo Hewlêrê xebata konfîgurasyonê di 6 saetan de bi dawî aniye. Ji bo çûyîna Hewlêrê ti kêşe nîn e, lê ew kêşeya Bexdayê hîn çareser nebûye.

Dîsa li gorî rojnamegerê ku nexwest navê xwe diyar bike derbarê bernameya serdanê de bo K24ê agahiyên taybet ragihandin. Ger nehata bipaşxistin li gorî bernameyê Şandeya di bin Serokatiya Bînalî Yildirim wê roja pêncşemiyê serê sibehê hemû danûstandinên xwe yên fermî ên ligel İraqê pêk bianiya û bişûnde jî wê heman rojê şande derbasî Hewlêrê bûbûna. Şandeyê piştî ku şeva xwe li Hewlerê derbas kir roja înê jî dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinên xwe yên fermî pêk bianiya.