Mamosteyên zimanê Kurdî ji kar hatin dûrxistin

Li Tirkiyê nêzikê deh hezar kes ji kar hatin dêrxistin. Di nav wan de hejmarek zimannas û edebiyatnasên Kurd jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê nêzikê deh hezar kes ji kar hatin dêrxistin. Di nav wan de hejmarek zimannas û edebiyatnasên Kurd jî hene.

Di çarçoveya rewşa awarteyê de 3 biryarnameyên di hikûma yasayan de hate dêrxistin. Li gor wan biryarnameyan ji 63 dezgehên dewletê 8 hezar û 390 kes ji kar hatin dêrxistin.

Hat zanîn ji nav kesên ji kar hatine dêrixistin 12 kes mamosteyên Zanîngeha Artukluyê ne û piraniya wan jî di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de kar dikirin.

Di nav wan de kesên wekî Remezan Alan, Mîkaîl Bûlbûl, Remezan Pertev û Selîm Temo ku bi salan e li ser edebiyat û zimanê Kurdî lêkolînê dikirin û ders didan hene.

Zanîngeha Artukluyê di çarçoveya reformên demokratîk de berî niha ji aliyê hikûmeta AK-Partiyê ve hatibû vekirin.