Şêx Cefer: Navçeyên Pêşmerge lê ne, bi xwînê hatine rizgarkirin

Li hember daxuyaniyên Nûrî Malîkî ya derbarê vekişandina hêzên Pêşmerge ji navçeyên rizgar kirine de, Fermandarê Yekîmeya 70 ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa got: “Dîrokeke reş ya Malîkî li hember Kurd heye, dema ku li ser desthilatê bû nanê xelkê Kurdistanê birîbû.”
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li hember daxuyaniyên Nûrî Malîkî ya derbarê vekişandina hêzên Pêşmerge ji navçeyên rizgar kirine de, Fermandarê Yekîmeya 70 ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa got: “Dîrokeke reş ya Malîkî li hember Kurd heye, dema ku li ser desthilatê bû nanê xelkê Kurdistanê birîbû.”

Fermandarê Yekîmeya 70 ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa ji K24ê re ragihand, “Çendîn caran Nûrî malîkî li dijî Kurd hêz li sînorê Kerkûk, Celawla û Sediye kom kiriye û gef li Kurd xwariye. Heta Malîkî bû serokwezîrê Iraqê, li ber deriyê serkirdeyên siyasî yên Kurd bû.”

Şêx Cafer got jî: “Ew navçeyên ku Pêşmerge lê ne, bi xwînê hatine rizgarkirin û bi ti awayekî ji venakişin. Heger Malîkî dixwaze êrîşî Pêşmerge bike, bi hemû karînên xwe rûbirûyî wî dibin.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî roja 2 Çile li Tehranê gotibû, pêwîst e Pêşmerge vegere sînorên xwe yên berî sala 2003an.

Herwiha Şêx Cafer got: “Wek çawa berê hêza Pêşmerge şerê Sedam û rêjîmên din kiriye û niha şerê DAIŞê dike bo parastina Kurdistanê, amade ne şerê her aliyekî bikin, heger gefê li Herêma Kurdistanê bixwin.”