2708 HDPî û 3097 DBPî hatine girtin

Di nav 2 salan de parlamenter, şaredar û hevserokên partiyan jî di nav de bi hezaran siyasetmedarên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hatin girtin û binçavkirin. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibêjin; gel û welatiyan di her fersendê de peyama ku şer naxwazin, dane û ji girtin û rewşên aloz encamdayînên erênî dernekavin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di nav 2 salan de parlamenter, şaredar û hevserokên partiyan jî di nav de bi hezaran siyasetmedarên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hatin girtin û binçavkirin. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibêjin; gel û welatiyan di her fersendê de peyama ku şer naxwazin, dane û ji girtin û rewşên aloz encamdayînên erênî dernekavin.

Ji Tîrmeha 2015'an heta niha, 12 parlamenter û 70 hevserokên şaredariyan di nav de 2 hezar û 708 endam û rêvebirên HDP'ê, 3 hezar û 97 jî yên DBP'ê hatine girtin. Ji 105 şaredariyên herdu partiyan, li 51 şaredariyan qayûm hatine danîn, ji 59 parlamenterên HDP'ê di der heqê 56 ji wan de doz hatine vekirin. Dîsa ji bo darizandina parlamenteran, heta niha biryara ku 23 parlamenter bi darê zorê bînin dadgehê hatiye derxistin.

Parlamenterê HDP'ê yê Diyarbekirê, Nîmetulah Erdogmûş, ragihand ku rêbaza ku tê meşandin, şer û pevçûn, girtin û binçavkirina siyasetmedaran ji tu kes û aliyên civakê re encamdayînên baş peyda nake, berovajî herikandina xwînê zêde dike û derfetên aştî û çareseriyê jî dike xeteriyê.

Erdogmûş ji K24ê re wiha axivî: "Dîrok şahedekî mezin e, îro pêdiviyeke mezin ji bo çareseriya rewşa ku îro em tê de ne heye, gel li ser aştiyê disekine û daxwaz dike. Reçeteya siberojê jî dê aştî be, wekî din çareserî tune ye."

Rayedarên HDP'ê û DBP'ê dibêjin; her ku girtin û binçavkirin li beramaberî endam û rêvebirên wan çêdibin, derfetên ku qenalên siyasî vebibin jî tên xitimandin. Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Doç.Dr. Huseyîn Şeyhanlioglû jî anî ziman ku, sedema rewşa niha, siyaseta xelet ya PKKê bûye û siyaseta çekbikarnînê ya PKK'ê, hem rê li ber siyaseta sivîl a wan partiyan girtiye, hem jî bûye egera têkçûyîna proseya aştiyê. Şeyhanlioglû diyar kir ku girtina kesên hilbijartî, nedemokratîk e û nerast e, lê sedema vê rewşê jî wekî encamdayînên siyaseta xelet a Qendîlê ravedike.

Herwiha Şeyhanlioglû got: "Ger ku îro PKKê li serê çiya jî, li kolanan Diyarbekir û niseybînê jî winda kiribe û gel piştgiriya xwe jê vekişiya be, ku îro Serokê Şaredariya Mezin yên Diyarbekirê û şaredarên din hatibin girtin, sebebe vana qendîle."

Navborî hemfikirin ku şer û alozî çareserî na, lê xeteriyan peyda dikin û baldikşînin ku civak di hilbijartinan de bi dengdayînên xwe peyamên aştiyê dane aliyên siyasî, lê heta niha ew peyam rast nehatine xwendin.