Endamekî PDK-Sê li Hesekê hate binçavkirin

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li bajarê Hesekê hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li bajarê Hesekê hate binçavkirin.

Endamê rêxistina Girkê Legê ya PDK-Sê Rêber Silêman Tehlo li rêbendeke Asayişa Rojava li bajarê Hesekê hate binçavkirin. Malbata Rêber jî ji K24ê re diyar kirin, ku Rêber ji pêr ve dema diçû zanîngehê hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêber Silêman Tehlo 25 salî ye û xwendekarê beşê Yasayê ya zanîngeha Feratê li bajarê Hesekê ye.

Demeke li Rojavayê Kurdistanê hewleke girtinê ji aliyê hêzên asayêş û hêzên rêjîma Sûriyê ve bi hinceta leşkeriya neçarî dest pê kiriye, tevî ku ciwanên xwendekar ji vê biryarê têne efukirin jî, lê girtina wan bê çavdêrî berdewam e.