PDK gera duyam ya danûstandinan gotûbêj dike

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro dicive û di civînê de guhartin û destpêkirina gera duyem ya danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro dicive û di civînê de guhartin û destpêkirina gera duyem ya danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Îro li Hewlêrê Polîtbîroya PDKê bo gotûbêjkirin guhartinên siyasî yên Herêma Kurdistanê û navçê û gera duyem ya danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo dîtina çareyekê ji pirsgirêkên navxweyî re dicive.

Di 20 Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bo aliyên siyasî daxwaz kir, aliyên siyasî bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bicivin û derbarê pirsên serokatî, parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotbêj bikin.

Piştî peyama Barzanî, PDKê wek destpêşxerî şandeke xwe bo guftûgokirin ligel aliyên siyasî ava kir û dest bi hevdîtinên ligel aliyên siyasî kir, di çend rojên bê de jî gera duyem ya ligel aliyên siyasî dest pê dike.