Bo Şaredariya Wêranşar û Bozovayê Qeymeqam hatin erkdarkirin

Ji bo Şaredariya Wêranşar û Bozovayê Qeymeqamên herdu navçeyan hatin erkdarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo Şaredariya Wêranşar û Bozovayê Qeymeqamên herdu navçeyan hatin erkdarkirin.

Cigîrê Parêzgerê Rihayê ragihand, piştî ku şaredarên Wêranşar û Bozovayê hatine girtin, di şûna wan de ji bo Şaredariya Wêranşarê Qeymeqamê wê navçeyê Omer Cimşît, ji bo Şaredariya Bozovayê jî Qeymeqam Zekeriya Goker hatine erkdarkirin.

Di 13ê Berçile de Şaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û Şaredarê Bozovayê Fatma Dogan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hatibûn binçavkirin û piştî dadgehkirinê biryara girtina wan hatibû dayîn.