2 taxên din yên Mûsilê hatin kontrolkirin

Hêzên Iraqî çend taxên din li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê rizgar dikin û ji çemê Dîcleyê ve nêzîk dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqî çend taxên din li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê rizgar dikin û ji çemê Dîcleyê ve nêzîk dibin.

Fermandarê Operasyona Mûsilê Ebdilemîr Yarelah di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Iraqê taxên Somer û Sahironyan yên bajarê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û ala Iraqê li ser avahiyên herdu taxan bilind kirin.

Herdu taxên Mûsilê Somer û Sahironyan li beşê çepê Mûsilê ne.

Peyamnêrê K24ê li Mûsilê jî ragihand, şer û pevçûn li derdora zanîngeha Mûsilê derketiye û hêzên Iraqî hewl didin wê kontrol bikin, ku dikeve li bakurê rojhilatê beşê çepê yê bajêr.

Li gor berpirsên Amerîka ragihandine, ku hêzên Iraqî ji sedî 80 ji aliyê çepê yê bajarê Mûsilê kontrol kirine.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dest pê kir.

Fermandarê hêza Dijeterora Iraqê Ebdilwehab Saidî ji K24ê re ragihandibû, ku di çend rojên bê de tevahiya aliyê çepê yê çemê Dîcleyê bi temamî kontrol dikin.