Mezintirîn pêşangeha Mobîlyayê hate vekirin

Fuara Mobîlyayê ya herî mezin ya Avrasyayê û ya ku li cîhanê jî wekî sêyemîn fuara herî mezin tê zanîn li Stenbolê deriyên xwe vekirin. Di Fuara ku 13'mîn car e tê lidarxistin de, ji 500î zêdetir kompanî beşdarî tê de dikin. Tê pêşbînîkirin ku ji dewletên Rojhilata Navîn, yên Ereban û bi taybetî jî ji Kurdistanê gelek kes werin û vê fuarê ziyaret bikin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Berpirsê Kompaniyê Omer Dur ji K24ê re axivî û got: "Em paldank, doşek, baza û mobîlyayên jûrên razanê hildiberînin. Bo 20 dewletan hinardeya me heye û herwiha di bazara naxweyî de jî em gelekî bi çalak in. Em ji bo gelek deverên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hinardeyê dikin. Bo bajarên wekî Kerkûk, Hewlêr, Basra û Silêmanî em mobîlyayan dişînin. Ev taxim li van deveran yek ji wan taximên herî zêde tê firotine û ji 9 perçeyan pêk tê."

Kesên ku amadekariya zewacê dikin û herwiha yên ku dixwazin mobîlyayên xwe nû bikin, bi kelecaneke mezin li benda vê fuarê bûn. Di fuarê de îsal trendên herî serdest rengên pastel in.

Berpirsê Kompaniyê Erdogan Yayla jî got: "Em li Herêma Kurdistanê bi taybetî bo Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hinardeyê dikin. Li van bajaran 7 firoşgehên me yên konsept hene. Ji bo koleksiyona me ya 2017an xebateke me hebû û em niha wan jî li fuarê nîşan didin. Me di konseptên 2017an de bêtir nexşên darîn bikaranîn. Me rengên pastel û şêweya darên sirûştî li hev guncand. Îsal dê rengên pastel bi konsepta retro derbikevin pêş."

Di fuarê de di nav kompaniyên beşdar de kompaniyên ku bo Amerîka, Ewropayê herwiha yên bo Çînê jî hinardeyê dikin cî digirin. 

Fuar li ser qadekî bi 100 hezar metreçargoşeyî bi rêve diçe û tê pêşbînîkirin ku herî kêm ji 100 dewletan nêzî 35 hezar kes vê fuarê ziyaret bikin. Sektora mobîlyayê ya ku salê nêzî 3 milyar dolar hinardeyê dike bi hêviye di vê Fuarê de bi bihayê 800 milyon dolaran firotinê bike. Fuar dê heta 15ê Rêbendanê vekirî be.