Dorian: Amadekarî bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê dest pê kiriye

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî John Dorian ragihand, hêzên Iraqî li nava Mûsilê baş bi pêş ve diçin û karîn beşeke mezin ji aliyê çepê yê bajêr kontrol bikin û xelkê sivîl biparêzin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî John Dorian ragihand, hêzên Iraqî li nava Mûsilê baş bi pêş ve diçin û karîn beşeke mezin ji aliyê çepê yê bajêr kontrol bikin û xelkê sivîl biparêzin.

Derbarê qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê de Dorian got: hêzên Iraqî li nava Mûsilê baş bi pêş ve diçin, DAIŞ jî nikare bergîriyê bike û Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşên asmanî jî berdewam in. heta niha 9 hezar êrîşên asmanî encam dane û bi sedan çekdarên DAIŞê kuştine.

Doriran li mijara kontkirina tevahiya Mûsilê got, zehmet e karibin dema kontrolkirina tevahiya Mûsilê kontrol bikin, lê ya girîng ew e ku Mûsilê kontrol bikin û xelkê sivîl biparêzin, ev stratîjiya serkeftî ye û gelek girîngî didin vê yekê. DAIŞ xelkê Mûsilê wek mertalên mirovî bikar tîne, hêzên Iraqî jî bi plan gavan davêje.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragiahnd, heta niha ji sedî 90 ji aliyê çepê Mûsilê hatiye rizgarkirin, lê nabe dema kontrolkirina tevahiya Mûsill diyar bikin, hêzên Iraqî û Hevpeymaniya Navdewletî jî piştevaniya vê biryarê dikin.

Derbarê qonaxa piştî DAIŞê de Dorian aşkere kir, parastina Mûsilê ji piştî DAIŞê  erkê hêzên polîsa Iraqê ye û heta niha 3 hezar polîs hatine perwerdekirin bo parastina bajêr piştî DAIŞê û rêgirtin li girûpên tundrew li bajêr.