Berdevkê PDKê: Bi YNKê re vê rewşê çak dikin

Berdevkê Polîtbîroya PDKê ragihand, di civîna îro de Encûmena Serkirdeyatiya PDKê çend pirsên girîng gotûbêj kirin, ji wan pirsan, şerê Mûsilê, pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera herêm û Bexdayê de û rêkxistina karûbarên nevxweyî yên PDKê bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Polîtbîroya PDKê ragihand, di civîna îro de Encûmena Serkirdeyatiya PDKê çend pirsên girîng gotûbêj kirin, ji wan pirsan, şerê Mûsilê, pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera herêm û Bexdayê de û rêkxistina karûbarên nevxweyî yên PDKê bûn.

Berdevkê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamegerî de ragihand, Encûmena Serkirdeyatiya PDKê serdana şanda Polîtbîroyê ji aliyên siyasî re bi başî li ser rawestî û piştevaniya xwe bo wê serdanê derbirî.

Derbarê avakirina komîteyekê bo serdana Bexdayê û rêkxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de, Mihemed amaje bi wê yekê kir, ligel YNKê û aliyên din yên siyasî komîteyekê bi hev re ava dikin, bo gotûbêjkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê di pêşerojê de.

Her derbarê serdana şanda PDKê bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, Berdevê PDKê got, di van serdanan de roniyek hetiye ber çavan û di goftûgoyan de berdewam dibin.

Derbarê karûbarê navxweyî yê PDKê de, Mihemed got, komîteke bi karûbarê nevxweyî hatibû spartin û wê komîtê raportek amade kiribû. Bêyî ku ti hûrgiliyên zêdetir derbarê wê pirsê de zelal bike.

Herwiha Mihemed amaje bi wê yekê kir, ku berpirsayetiyeke dîrokî li ser milê PDK û YNKê ye bo rastkirina vê rewşê, ji wê jî çalakirina Parlementoya Kurdistanê. 

Li ser hebûna PKKê li Şingalê,  Berdevkê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed got, spasiya her aliyekî dikin, ku di demên pêwîst de di şerê li dijî DAIŞê de  li aliyê xelkê Kurdistanê bûn, lê ew nayê wê wateyê ku navçeyekê ji ji Herêma Kurdistanê bibirin. Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê ye û pêwîst e li gor yasa û zagonên Herêma Kurdistanê birêve biçe, ji ber wê dixwazin PKKê ji Şingalê derkeve.