Delîl Dilenar nûtirîn berhemê xwe di riya K24ê re belav dike

Hunermendê Kurd Delîl Dilenar nûtirîn berhemê xwe belav dike, ku di klîpê xwe de li nava sirûşta Kurdistanê de li amûra Şimşalê dijenîne û bi riya K24ê bekav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd Delîl Dilenar nûtirîn berhemê xwe belav dike, ku di klîpê xwe de li nava sirûşta Kurdistanê de li amûra Şimşalê dijenîne û bi riya K24ê bekav dike.

Delîl Dilenar berhemê xwe li Başûrê Kurdistanê û li nava sirûşta herêma Barzan tomar kiriye û di wê berhemê de li amûra Şimşal dijenîne.

Delîl Dilenar ji dayikbûna sala 1973an e di warê stran û mûzîkê de bi navûdeng e û xwediyê çendîn berhemên stran û klîpan e, binavûdengtirîn starên jî (Ez Welat im, Penaber, Derwêşê Ebdî) ne.

Herwiha piştî 20 ji penaberiyê, vedigere Kurdistanê û proje filmekî documentary derbarê huner, mûzîk û hunermendên Kurd dikişîne.