Hêzên Iraqî li Mûsilê nêzîkî Koşka Serokatiyê dibin

Hêzên Iraqî li bakarê Mûsilê di pêşveçûnê de ne û taxa “Kefa'etî Duyem” kontrol kirin û gihêştin Koşka Serokatiyê yên li Mûsilê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqî li bakarê Mûsilê di pêşveçûnê de ne û taxa “Kefa'etî Duyem” kontrol kirin û gihêştin Koşka Serokatiyê yên li Mûsilê.

Fermandarê operasyona Mûsilê Ferîq Ebdilemîr Yarela ragihand, hêzên Iraqî li eniya bakurê Mûsilê taxa “Kefa'etî Duyem” kontrol kirin û ala Iraqî li ser avahiyan bilind kirin.

Ebdilemîr amaje bi wê yekê kir, ku hêzên Iraqî ziyaneke mezin gihandin çekdarên DAIŞê.

Herwiha Fermandarê operasyona Mûsilê got jî, hêzên wan nêzîkî Koşka Serokatiyê jî bûne.

Hêzên Iraqî duh zanîngeha Mûsilê û taxa Endelus kontrol kiribûn.