Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva berpirsekî Supaya Pasdaran da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya berpirsekî Supaya Pasdaran a Îranê da, ku gotibû hebûna 36 konsulxaneyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê asayî nîn e û divê Konsulxaneya Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê were daxistin, û ragihand: Mafê ti kesî nîne daxwazek wisa ji Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya berpirsekî Supaya Pasdaran a Îranê da, ku gotibû hebûna 36 konsulxaneyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê asayî nîn e û divê Konsulxaneya Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê were daxistin, û ragihand: Mafê ti kesî nîne daxwazek wisa ji Herêma Kurdistanê bike.

Wek di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, Fermandeyê Supaya Beyt El-Moqedes a li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ku ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ye, Mihemed Husên Recebî di daxuyaniyekê de rexne li zêdebûna hejmara konsulxane û nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê girtibû û gotibû; “Hebûna zêdetirî 30 konsulxane û nûnertiyên welatan li Herêma Kurdistanê tiştekî ne sirûştî ye û piraniya wan konsulxaneyan ji bo karê sîxûriyê hatine vekirin.”

Derbarê Konsulxaneya Erebistana Siûdiyê de jî Husên Recebî gotibû; “Siûdiye dixwaze bi rêya konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê karên tevliheviyê bike. Ji ber vê divê konsulxaneya wan li Hewlêrê nemîne. Ji ber, ku pêwîstiya xelkê Kurdistanê bi vê konsulxaneyê nîne.”

Li hember wê daxuyaniya berpirsê pilebilind ê leşkerî yê Îranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke fermî, bersiva Tehranê da û ragihand: “Hebûna konsulxane û nûneratiyên welatan li Herêma Kurdistanê, li gorî yasayên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye û kar û çalakiyên wan jî her di çarçoveya wan yasayan de ye û mafê ti kesî jî nîne ku daxwaza daxistina konsulxaneyekê li Herêma Kurdistanê bike.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku daxuyaniyên bi vî awayî yên ji berpirsên îranî ve destwerdan di nav karûbarên navxwe yî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.
Li ser wê yekê di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev cara yekem nîn eku berpirsên Supaya Pasdaran daxuyaniyên bi vî awayî li hember Herêma Kurdistanê didin, ku destwerdaneke bê hincet di nav karûbarên navxweyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha, daxuyaniya fermandeyê Supaya Pasdaran bi daxuyaniyek neberpirsane da zanîn û daxawz ji Tehranê kir, ku li hember daxuyaniyên bi vî awayî helwesteke ciddî nîşan bide û rê bi dubarebûn wan core daxuyaniyan nede.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Herêma Kurdistanê, ku dixwaze pêwendiya dostane li gel cîranan û welatên herêmê û cîhanê hebe, hêvî dike ku Tehran helwestek ciddî li hember wan core daxuyaniyên neberpirsane werbigire û rêya dubarebûnê li wan bigire, ku bi ti şêweyekê di berjewendiya dostane ya Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê de nîne û cihê qebûlkirine jî nîne, em bi hemû şêweyekê jî em red dikin.”