Xwendekarên Enstîtûya Kurdî di karîdorê de fêr dibin

Li Tirkiyê Enstîtûya Kurdî ya ku 25 sal berê ji ber fêrkirin û pêşxistina zimanê Kurdî hatiye damezrandin, beriya çend rojan hate girtin. 300 xwendekarên Enstîtûya ku li Stenbolê cî digire li holê man. Li ser daxwaza xwendekaran di avahiya ku Enstîtû tê de ye li ber deriyê mohrkirî kursî û mase hatin danîn û xwendekaran li korîdorê dest bi perwerdehiyê kirin. Rêvebirên Enstîtûyê û xwendevan bi hêvîne ku zûtirîn dem de ev şaşitî were sererastkirin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Enstîtûya Kurdî ku nivîskarê navdar yê Kurd Musa Anter û civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî di nav de, ji aliyê gelek navdarên Kurd ve li Stenbolê hate damezrandin, beriya çend rojan hate girtin. Enstîtûya ku deriyê wê hate mohrkirin bi tawana alîkariya PKKê dihate tohmetbarkirin.

Samî Tanê ku ev nêzî 10 sal in wekî Serokê Enstîtûyê kar dike, li dijî van tawanan karvedan nîşan da û ji K24ê re axivî got: "Di salên 90î de jî di rewşên herî dijwar de jî xebat kirine û heta niha kesî li saziyê tawambariyeke wisa nekiriye. Niha gelek sazî hatine girtin, belkî bi sedan sazî hatin girtin û ji bo vê jî tû hincet û delil li holê tune ye.”

Samî Tan amaje pê kir ku, Enstîtûyê heta niha li ser zimanê Kurdî bêhêjmar lêkolîn û xebat bi rêvebiriye û tekane hêviya wan jî ew e ku, zimanê Kurdî bi awayekî fermî di makeqanûnê de cî bigire.

Samî Tan got jî: "Em dixwazin zimanê Kurdî û gelê Kurd li Tirkiyê bibin xwedî statuyeke fermî û mafê gele Kurd di makeqanunê de bên dabînkirin. Em dixwazin ji pêş dibistanê heta zaningehê bi zimanê Kurdî perwerdehî hebe. Em dixwazin zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de were bikaranîn."

Enstîtûya ku heta niha dersên zimanê Kurdî daye bi hezaran xwendekaran; dema ku hate girtin jî 300 xwendekarên wê hebû û piştî ku hate girtin ev 300 xwendekar jî li holê man.

Li ser daxwaza xwendekaran di avahiya ku Enstîtû tê de ye li ber deriyê mohrkirî kursî û mase hatin danîn û xwendevanan li korîdorê dest bi perwerdehiyê kirin.

Xwendekar Canan Usun got: "Çawa ku İngiliz diçin zimanê xwe hîn dibin, Elman diçin zimanê xwe li Tirkiyê hîn dibin em jî dixwazin wekî wan zimanê xwe hîn bibin. Min qet bi Kurdî nizanibû. Min nikarîbû bêjim spas jî. Ez li vir hîn bûm. Gelek kêfxweş im."

Rêvebirên Enstîtûyê ku li dijî vê biryara girtinê rabûne, bi hêvî ne ku ev neheqî were sererastkirin û Enstîtû jî dîsa dest bi xebatên xwe bike. xwendekar jî bi hêviyeke mezin li bendê ne ku, di bin banê Enstîtûyê de bi awayekî azad dest bi dersên xwe bikin.