Di 2016an de 2 milyon kes ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Hêzên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di sala 2016an de 2 melyon kes ji destê DAIŞê rizgar kirine. di sala 2016an de 2 melyon kes ji destê DAIŞê rizgar kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di sala 2016an de 2 melyon kes ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Michael Fallon li pêş palementaran axivî û da xuyakirin ku, karê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê gihişt ku zêdetir ji 2 milyon kesî ji destê DAIŞê rizgar bike.

Herwiha Fallon got, operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê pêşketineke baş bi dest xistiye û eger heye ku di vê salê de Mûsil ji çekdarên DAIŞê rizgar bibe.

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Michael Fallon got jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêşî hêdî ber bi bajarê Reqayê ve diçe û niha DAIŞ li wan navçeyan zêdetir ji 25 hezar çekdarên xwe ji dest dane .

Ev yek di demekê de ye, ku firokeyên şer yên Brîtanî di sala 2016an de zêdetir ji hezar û 200 lêdanên asmanî li djî DAIŞê encam dane.