3 taxên Mûsil hatin kontrolkirin

Hêza Dijeterora Iraqê 3 navçe û taxên din li rojhilatê Mûsilê kontrol kirin. Pêşbîn e di van rojan de jî kontrolkirina tevahiya rojhilatê Mûsilê bê ragihandin.

Hêza Dijeterora Iraqê 3 navçe û taxên din li rojhilatê Mûsilê kontrol kirin. Pêşbîn e di van rojan de jî kontrolkirina tevahiya rojhilatê Mûsilê bê ragihandin.

Fermandarê operasyona Mûsilê Ferîq Rukin Ebdilemîr Yarela ragihand, hêzên Dijeterora Iraqê taxa Neynewa Rojhilat, Bab El-Şemis û Bazara Miyan kontrol kirin.

Hêzên Iraqî nêzîk in ku tevahiya navçe û taxên rojhilata Mûsilê kontrol bikin, pêşbîn e di van rojan de jî kontrolkirina tevahiya rojhilatê Mûsilê bê ragihandin.

Pêşketinên hêzên Iraqî di çarçova qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê de ye, ku roja 20 Berçileya 2016an de dest pê kir û pêşbîn e bi kontrolkirina tevahiya aliyê çepê yê Mûsilê re dawî bi qonaxa duyem were.

DAIŞ roja 10 Hizêrana 2014an dest danî ser Mûsilê û piştî çend roja jî piraniya navçeyên Sunenişîn li Iraqê kontrol kir.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dest pê kir.