Yildirim: Pêwîstî bi hilbijartina pêşwext tune ye

Serokwezîrê Tirkiyê radigihîne, hilbijartin wekî hatiye plankirin, bi awayekî asayî dê di 2019an de pêk were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê radigihîne, hilbijartin wekî hatiye plankirin, bi awayekî asayî dê di 2019an de pêk were.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji rojnamevanan re ragihand ku, “Pêwîstî bi hilbijartina pêşwext li Tirkiyê nî ne. Hilbijartin wekî hatiye plankirin, bi awayekî asayî dê di 2019an de pêk were. Aboriya Tirkiyê li ser piyan e. Ewleyî di radeyeke baş de ye. Ew pêngavên pêwîst ji bo pêşketina welatê me tên avêtin. Mafê kesî tune ye, ku gûmanan ligel hevwelatiyan pêk bîne.”

Derbarê Destûra Nû de jî Yildirim da xuyakirin “Grûba AK Partiyê di Parlementoyê de yekdeng û yekhelwêst bû. Pêngava duyem jî li Parlemento dê bê avêtin û Destûra Nû ya ku sîstema desthilatê diguherîne, dê biçe rapirsîna gelerî.”

Opozisyona Tirkiyê, bi taybetî jî CHP û HDPê ragihandibûn, heger bendên Destûra Nû li Parlemetoyê bên pêjirandin, daxwaza hilbijartina pêşwext anîbûn rojevê.