Tevahiya rojhilatê Mûsilê hate kontrolkirin

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê kontrolkirina tevahiya aliyê çepê yê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê ragihand.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê kontrolkirina tevahiya aliyê çepê yê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê ragihand.

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê Ferîq Rukin Talib Şixatî di konferanseke rojnamegerî de îro ragihand, tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê (Aliyê çepê yê çemê Dîcleyê) ji çekdarên DAIŞê hatin kontrolkirin.

Şixatî aşkere kir û got:  “Di operasyona kontrolkirina Mûsilê de zêdetir ji 3 hezar û 300 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. 300 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê hatin pûçkirin û dikarim bibêjim şerekî pak birêve çû, ji ber ku hêzên Iraqî karîn li gor karînên xwe xelkê sivîl biparêzin û rê nedan ku hejmareke mezin ji sivîlan bibin qurbaniyên şer. Di demekê de ku çekdarên DAIŞê xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tanîn.”

Şixatî amaje bi rola hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka di operasyonê de kir, ku hevkariya temam da hêzên li ser erdê.

Şixatî derbarê cudahiya şer li rojhilat û rojavayê Mûsilê de got: “Piraniya navendên girîng yên DAIŞê, cihên çêkirina mayîn û bombeyan, hejmara mezin ji rûniştvanên bajêr û îşkencekirina xelkê li rojhilatê bajêr bûn. Heger balê xwe bidin di van rojan de pêşketinên me bileztir bûbûn, ji ber ku DAIŞ li taxên sereke hatibûn têkşikandin.”

DAIŞ roja 10 Hizêrana 2014an dest danî ser Mûsilê û piştî çend roja jî piraniya navçeyên Sunenişîn li Iraqê kontrol kir.

Operasyona qonaxa yekem ya kontrolkirina Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dest pê kir.

Pêşketinên hêzên Iraqî di çarçova qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê de di roja 20 Berçileya 2016an de dest pê kir û tevahiya taxên aliyê çepê yên bajarê Mûsilê ji DAIŞê hate kontrolkirin.