Li Bûrsayê 14 kes bi tumeta PKKê hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bûrsa yê Tirkiyê, bi hinceta propagandeya PKKê kirine, 14 kes hatin binçavkirin.
Li Bûrsayê, bi tometa ku li ser hesabên tûrên civakî parvekirinên pesindana PKK û KCKê kirine, 14 kes hatin binçavkirin.
Birêveberiya ewlekariya Bûrsayê da xuyakirin, 3 ji kesên hatine binçavkirin jin in û piştî îfadeya wan, aresteyê dadgehê kirine.
Hîn berê hatibû ragehandin, ji ber parvekirinên tûrên civakî li Tirkiyê derbarê 17 hezar kesan de doz hatiye vekirin.