Mesrûr Barzanî ji Amerîka daxwaz dike piştevaniya Pêşmergeyên Rojava bike

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî daxwaz ji berpirsên Amerîkî kir ku, piştevaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bike. Rojnameya “New York Times” ragihand, îdareya Obama rûbirûyî pirsgirêkekê bûye, yan rasterast piştevaniya Pêşemergeyên Rojava bike, yan biryara vê pirsê ji îdareya Donald Trump re bihêle.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî daxwaz ji berpirsên Amerîkî kir ku, piştevaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bike. Rojnameya “New York Times” ragihand, îdareya Obama rûbirûyî pirsgirêkekê bûye, yan rasterast piştevaniya Pêşemergeyên Rojava bike, yan biryara vê pirsê ji îdareya Donald Trump re bihêle.

Di raporta “New York Times” de hatiye, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di dema serdana xwe bo Amerîka ya berî mehekê de, ji îdareya Serokê Amerîka Barak Obama kir, ku piştevaniya Pêşmergeyên Rojava bike, ji ber ew hêz dikare bibe pireyek di navbera aliyên siyasî li Sûriyê de û dikare bibe sedema aramiya navçeyê.

Baranî got, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hêzeke perwerdekirî ye û dikare roleke mezin di rûbirûbûna DAIŞê de bibîne.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin, hejmara wê zêdetirî 3 hezar û 300 Pêşmerge ne.

Lê rojnameyê ew jî aşkere kir, ku li gor hin berpirsên ji Wezareta Bergîriyê ya Amerîka dibêjin ku, ku li Sûriyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) karîgirtirîn hêz e li dijî DAIŞê ye û niha ji kontrolkirina Reqayê ve nêzîk bûne. Di plana Amerîka de heye ku zêdetir hevkariya wê hêzê bike û wê hêzê Perwerde bike. Karkirina bi hêzeke nû re, dibe ku çend mehan operasyona Reqayê dereng bixe.

Lê di heman demê de, rojnamê ew jî aşkere kir, piştevaniya Amerîka ji YPGê re, Amerîka dixe helwesteke ne baş, ji ber ku ew ji aliyê Tirkiyê ve wek grûpeke terrorist binav kiriye û tuhmetbar dike ku ew baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê ye.

Herwiha New York Times nivîsiye, îdareya Obama di rojên dawî ya desthilata xwe de neçar e wê biryarê bilez bide, ji ber ku wê heger wê biryarê ji îdareya nû re bihêle, dê operasyona kontrolkirina Reqayê çend mehan dereng bixe.

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett dibêje, şerê Reqayê dê şerekî girantir be, ji ber ku di operasyona Reqayê de ne bi hêzeke hikûmî re kar dike. Kara bi hêzên xwecihî re jî pêwîstiya wê bi berdewamiya perwerde û rahênankirinê heye.

Rojnameya Amerîkî ew jî aşkere kir, ku di destpêka vê heftê de Obama ligel tîma Asayişa Niştimanî ya îdareya xwe civiyabû bo biryarê li ser vê pirsê bidin, lê nikarîn biryar li ser hevkariya bi hêzeke nû re bidana.