Li Rihayê 18 kes bi tuhmeta PKKê hatin girtin

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, 18 kes bi tometa ku li ser tûra pêwendiyên civakî propagandeya PKKê kirine hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, 18 kes bi tometa ku li ser tûra pêwendiyên civakî propagandeya PKKê kirine hatin girtin.

Hêzên Dijîterorê yên Tirkiyê heftiyek berê li navenda Riha û navçeyan de, ji ber nivîsên torên civakî operasyon dar xistin û 19 kes bi tometa pesindayîna PKK girtin binçavan. Şeva bihurî ji 19 kesan 18 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Tirkiyê, bi taybet bi ragehandina rewşa awarte re, ji ber nivîsên tora civakî 69 hezar hesab hatine şopandin, derbarê 17 hezar kesan de doz hatiye vekirin, nêzîkî 4 hezar kesan hatine binçavkirin û ji wan nêzîkî 2 hezar kes, bi tometa propagandeya rêxistinên terorê hatine girtin.