Ji sedî 58 ji xelkê Tirkiyê li dijî sîstema serokatiyê ne

Li gorî rapirsiya Zanîngehekê, ji sedî 58 ji xelkê Tirkiyê li dijî sîstema serokatî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî rapirsiya Zanîngehekê, ji sedî 58 ji xelkê Tirkiyê li dijî sîstema serokatî ne.

Zanîngeha Kadîr Has, encamên rapirsiya salê aşkera kirin. Li gor vê, her çiqas radeya piştevaniya sîstema serokatî li Tirkiyê zêde bibe jî negihîştiye asta sedî 50 û ji sedî 55 xelkê Tirkiyê dixwaze Serokomar bêalî be.

Li gorî encamên rapirsiyê, di hilbijartineka giştî de, dengên AK Partî ji sedî 44 in û HDP jî benda hilbijartinê derbas nake. Xelk, di asta sedî 70'ê de dibêje li Tirkiyê qeyrana aborî heye.

Xelkê Tirkiyê herî zêde baweriya xwe bi Serokomar Erdogan tîne, ku ji sedî 49 e, û herî kêm jî bi dezgehên ragehandinê bawer dike.

Guhertina Makezagona Tirkiyeyê di demên dawîn de her dihat rojevê, lê li ser guhertina 18 xalan, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Bizava Nijadî (MHP) li hev kir û li parlamentoyê jî pesand kirin.

Partiyên opozîsyonê jî rexneyên dikin ku xalên hatine guhartinê bi hemahengiya civakî nehatiye kirin û bersiva çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî nabînin.