Nêçîrvan Barzanî: Bi YNKê re hûrgiliyan gotûbêj dikin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, di hefteya bê de bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re dicivin û hûrgiliyan mijaran gotûbêj dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, di hefteya bê de bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re dicivin û hûrgiliyan mijaran gotûbêj dikin.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî pêşangeha Dîrokî û Kulturî kir û di çarçova pêşangehê de bersiva rojnamevanan da.

Barzanî derbarê civînên bi aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê re û bi taybet civînên PDK û YNKê de ragihand, di hefteya bê de ligel YNKê dicivin û diçin nava hûrgiliyan.

Barzanî çareserkirina pirsgirêkan jî bi berpirseyatiya PDK û YNKê binav kir, bi taybet bo diyarkirina çawaniya hikûmraniyê li Herêma Kurdistanê.

Derbarê avakirina komîta hevbeş de, Barzanî amaje bi wê yekê kir, heta niha ti biryarek nehatiye dayîn, lê wek PDKê ew bi wê yekê re ne, ku komîtek bê avakirin.

Herwiha Barzanî got: “Pirsgirêka me tune ye bi hevbeşî bi YNKê re serdana aliyên siyasî bikin.”

Di dawiyê de Barzanî da zanîn, ragirtina petrola Kerkûkê ji ber pirsgirêkên teknîkî ne.  

Roja 11 Çile Polîtbîroyên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan li ser şeş xalan rêkeftin, biryar jî herdu alî di hefteya bê de bo biryarê li ser her xalekê ji wan xalan bidin, bicivin.