Asayişê cenazeyê şehîd radestî malbata wî nekir

Îro cenazeya şehîdê Pêşmerge Mihemed Emîn Silo Pêşmergeyê roj ku li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, lê radestî malbata wî nebû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro cenazeya şehîdê Pêşmerge Mihemed Emîn Silo Pêşmergeyê roj ku li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, lê radestî malbata wî nebû.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, li deriyê Sêmalka dema derbasbûna cenazeya şehîdê Pêşmerge Mihemed Emîn Silo bo Rojavayê Kurdistanê Asayişa Rojava cenazeya şehîd radestî malbata wî nekirin.

Da zanîn jî, asayişê rê nedan xelkên deverê ku bi cenazê re bimeşin û di riyeke taybet re cenazeyê şehîd gihandin gundê Xerabê Reş yê ser bi Çilaxa ve cihê ku şehîd lê ji dayik bûye.

Hêzên Asayişa Rojava hemû rêbendên xwe tund kirin û rê nedan ku cemawerê Rojava biçin deriyê Sêmalka, bo pêşwaziyê li cenazeyê şehîdê Pêşmerge Mihemend Emîn silo bikin.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, cenazeya şehîdê Pêşmerge Mihemed Emîn Silo gihêşte Rojavayê Kurdistanê û dê di bin parastina hêzên wan de bi axê bê spartin.

Top of Form

Duh Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Emîn Silo li eniya Askî Mûsil şehîd bûbû, îro jî bi merasîmekê cenazeya wî ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê berve Rojavayê Kurdistanê birê ket.